Bi mercê cîhbicîh kirina rêkarên tendirostî tê vekirin.
Deriyê sînorî yê Pervîzxanê ya di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ku jiberbelav bûna Koronayê hatibû daxistin, dîsa tê vekirin û welatî dikarin serdana Rojhilat anjî Başûr bikin.
Duhê rayedarên deriyê civînek lidar xistine û di civînê de giftûgo li ser çawetiya vekirina deriyê hatiye kirin û biryar hatiye dayîn ku bi mercê cîhbicîh kirina şîret û rêkarên tendirostî yên xweparêziyê, ew deriyê han dîsa were vekirin.
Biryare piştî temam kirina amadekariyên hewce ew deriyê han were vekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin