Hêzên Îranî destpêkî wî birîndar û pişt re jî girtine.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê çekdarên Îranî li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser Kolberên Kurd kirine û li sînorê Şino Kolberek bi birîndarî kuştine û li Neswûd û Baneyê jî du kolberên din birîndar kirine.
Zaniyariyên heyî behsa wê yekê dikin ku duhê li sînorê bajarê Şino çekdarên Îranî êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encama de Kolberek bi nave Selahedîn Îsazade birîndar kirine. Pişt re Îsazade ji aliyê hêzên Îranî ve hatiye girtin û piştî eşkence kirine, dîsa gule li wî reşandine û kuştine.
Îsazade temen 45 sal û şêniyê gundê Şêwesimak ya ser bi Şinoyê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin