Hesen Rûhanî: Abûriya Îranê îflas dike

dibêje dahata me bûye 20 miliyar dolar
کوردستان TV
100%

Dibêje dahata Îranê 100 miliyar dolar kêm bûye.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di gotareke xwe de li ser îflas kirina abûriya Îranê mokir hat û ragihand ku dahata petrolê ya Îranê bo 20 miliyar dolar kêm bûye.

Rûhanî eşkere kirk u beriya niha dahata petrola Îranê 120 miliyar dolar bûye lê niha tenê 20 miliyar dolare û ew yek jî bûye sedem ku abûriya Îranî rastî metirsiyên gelek mezin weke îflas kirinê were.

Rûhanî di gotara xwe de yaku di merasîma destpêkirina sala nû ya xwendinê pêşkêş kiriye ragihandiye ku Îran ew yekem care di dîroka xwe de rastî dorpêçên wisa yên abûrî were û ji sala 2011an ku dahata petrola Îranê 120 miliyar dolar bûye di sala 2020an de ew dahat bo 20 miliyar dolar kêm kiriye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.