Erebên bajarên din hewl didin li ser mal û cîhên Kurdan nîştecîh bibin.
Parlementerê parlementoya Îraqê yê ser bi firakisyona partiya demokrata Kurdistanê, Nasir Herkî ragihand ku hewldanên erebkirinê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê berdewamin.
Nasir Herkî di dema beşdarî kirin di bernameya rojeva Kurdistanê ya Kurdistantv de ragihand ku mixabin hîn jî hewldanên erebkirina deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê didomin.
Nasir Herkî eşkere kir ku rixmî çekdarên ser bi kom û aliyên siyasî, hevdem artêşa Îraqê jî hevkariya wan kesan dike ku dixwazên mal û xaniyên Kurdan dagîr bikin û li ser wan nîştecîh bibin.
Herkî herwiha anî ziman ku ew deverên han niha bûne navendên gelek aram bo terorîstên DIŞIê û artêşa Îraqê jî car car operasiyonan lidar dixe lê ew operasiyonên han ti encam nîne û serkeftî nebûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin