Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên dawî yên Koronayê belav kir

heta niha 7 hezar û 941 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Di nava 24 seatan de 60 welatiyên din bi Koronayê canê dane.

Wezareta tendirostî ya Îraqê duhê bi şev amarên dawî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatan de 4 hezar û 106 kes bi Koronayê ketine û di nava heman 24 seatê de 3 hezar û 887 kes jî baş bûne û 60 kes jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îraqê bi giştî 7 hezar û 941 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.