Benjamin Netanyahu spasiya Trump kir

beriya niha Îmarat jî têkiliyên xwe li gel îsraîlê normal kiribûn
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ser peymana bi Bahreynê re spasiya Serokê Amerîka Donald Trump kir.

Netanyahu bi vîdeoyekê diyar kir ku ew jiber peymana bo normalkirina peywendiyên Îsraîl û Bahreynê kêfxweş e.

Wî ji nav peymanên bi dewletên Ereban re, peymana aştîyê ya bi Urdunê re, ku di sala 1994’an de hatibû îmza kirin, bi bîr xist û da zanîn ku wan piştî 26 salan bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re peyman îmza kiriye û 29 rojan piştî wê jî bi Bahreynê peyman çêkiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku ew peymanên aştiyê dê bo geşkirina aborîyê welêt bandorên mezin çêkin.

Netanyahu di peyama xwe de spasiya Qralê Bahreynê Hamad Bîn Îsa Al Xelîfe, Prensê Cîgir yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Muhamed Bîn Zayîd Al Nahyan û Serokê Amerîka Donald Trump kir.

Trump normalkirina peywendîyên Îsraîl û Bahreynê ragihandibû û diyar kiribû ku ew ‘’pêşektineke dîrokî ye.’’

Ji voayê hatiye wergirtin

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.