Serokwezîrê Kurdistanê li gel Konsulusê Urdinê civiya

pîwerdariya wî li Kurdistanê bi dawî hatiye
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Urdinê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser rûpela xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsad;

Îro pêncşem 10 Îlona 2020an me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Şahnişîna Urdinê Heysam Ebûlful kir ku pîwerdariya wî li herêma Kurdistanê bi dawî hatiye.

Me kêfxweşiya xwe ya li hember hebûna têkiliyên dîrokî û dostane di navbera herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de diyar kir û spasiya Konsulusê Urdinê jî kir bo dema ku li herêma Kurdistanê bûye, û herwiha hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Konsulusê Urdinê jî spasiya mêwandostiya xelkê herêma Kurdistanê û dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê kir bo pêşkêş kirina karasanî û hemahengiya wan ya baş ya bo pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera Urdin û herêma Kurdistanê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.