Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 kesên din bi Koronavîrusê ketine

heta niha 42 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 9 kesên pê ketibûn, baş bûne.

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê daneyên îro eşkere kirin û destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 kesên din bi vîrusê ketine.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku 45 kesên bi vîrusê ketine li van herêman in:

Hesekê: 7

Qamişlo: 9

Dêrik: 6

Rimêlan: 2

Dirbêsiyê: 11

Girkê Legê:7

Şehba: 3

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 9 kesên bi vîrusa koronayê ketibûn, baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro 783 kes bi vîrusê ketine, ji wan 42 kes mirine û 238 kesên din baş bûne.

ANHA

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.