Jiber vexwarina ava pîs bijehirê ketine.
Li gor çapemeniya Îran û Rojhilatê Kurdistanê duhê li gundê Şêx Sile ya ser bi Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, jiber vexwarina ava pîs 120 welatî bijehirê ketine.
Jêderên herêmî belav kirine ku piraniya kesên ku bijehrê ketine zarok bûne û bo derman kirinê bo nexweşxaneyên Ciwanro û Kirmaşanê hatine veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin