Jiber şerê PKK û Tirkiyeyê rewşa wan gundan aloze.
Parlementerê parlementoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî di dema beşdarî kirin di bernameyeke Kurdistantv de ragihand ku jiber şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê li nava axa Kurdistanê de, zirarên gelek mezin bi şêniyên wan deveran ketine.
Rêbwar Babkeyî eşkere kir ku jiber şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê zirarên gelek mezin yên madî ber hijmareke gelek zêde ji gundên deverê ketine û niha 500 gundên deverê jiber şerê han di bin metirsiyê dene.
Babkeyî eşkere kir ku pkk bi nav partiyeke Kurdiye lê partiyeke îdeolojîkî û radîkale û ti giringiyek bi ala Kurdistanê nade, bawer bi dîroka Kurdistanê û Serkirdeyên Kurd nake.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku xebata PKKê ne bo serxistina Kurdistanê ye belku bo sepandina hejmûna pkkê ye bi ser tevahiya parçeyên Kurdistanê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin