Mesrûr Barzanî: Rixmî qirîzan em li ser xizmet kirinê berdewam dibin

dibêje em hewl didin ku pêdiviya xelkê bi bajaran nemîne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê kewira bingehîn ya nexweşxaneya Dêrelokî danî.

Îro li navçeya Dêrelokê bi merasimeke fermî ku tê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hijmareke wezîr, parêzgarê Dihukê û hijmareke zêde ji şêniyên deverê beşdar bûn, kiwra bingehîn ya nexweşxaneya 100 textî ya Dêrelokê hat danîn.

Di merasîmê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de anî ziman ku kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê hewl bo gehandina xizmetgozariyên curbicur bo tevahiya deverên Kurdistanê dide jiber ku dixwaze pêdiviya şêniyên wan deveran bi bajarên mezin nemîne bi taybetî di ware tendirostî de.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de behsa rewşa deverê kir û anî ziman ku şêniyên wê deverê hêjayê xizmetkirinê ne û em hewl didin bi her awayî xizmeta wan bikin lê hinek alî bi gotinên vala dixwazin nakokiyan bixin navbera me lewre lazime şêniyên deverê baş bizanibin ku kî xizmeta wan dike û guhê nedin gotinên vala.

Barzanî anî ziman ku jiber alozî û nakokiyên hin aliyan ( mebest şerê pkk û tirkiyeyê ye) heta niha weke pêwîst ew dever nehatiye avedankirin lê ji niha û pêde hikûmet çi ji destê were bo ava kirina deverê vê cîhbicîh bike.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku lazim bû beriya niha ew proje hatiba cîhbicîhkirin lê qirîza darayî û herwiha Korona bûn sedem ku cîhbicîh kirina projeyê paş keve, lê niha rixmî tevahiya qirîza hikûmeta Kurdistanê li gor derfet û karînên xwe berdewam dibe li ser pêşkêş kirina xizmetgozariyan.

Serokwezîr herwiha daxwaz ji xelkê jî kir daku pêbendî şîretên tendirostî yên xweparêziyê bin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.