Reuters: Li Sûriyê zêdetir ji 200 xebatkarên NY'ê bi Korona ketine

tevahiya wan li Sûriyeyê kar dikin
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Sûriyê pirtir ji 200 xebatkarên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi vîrusa korona ketine.

Reutersê ew hejmar ji raporeke karbidestekî payabilind yê NY’ê ragihand.

Rêvebirê Alîkariya Mirovî ya li Sûrîyê ya NY’ê Îmran Riza bi nameyekê ji rêvebirîya NY’ê re da zanîn ku li ser hin xebatkarên wan vîrusa korona hatiye tespît kirin.

Riza diyar kir ku pirtir ji 200 xebatkar bi vîrusa korona ketine, hin ji wan ketine nexweşxaneyê û hin jî piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketine.

Wî da zanîn ku di demên dawî de şewba vîrusa korona li Sûriyê berbelavtir dibe û hejmara pêketiyan bi awayekî cidî zêde dibe.

Wezareta Saxlemî ya Sûriyê dide zanîn ku li welêt heta niha pirtir ji 3000 kes bi vîrusa korona ketine û 134 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Hin pisporên saxlemîyê dibêjin ku jiber şerê navxweyî ya li Sûrîyê derfetên bo testên vîrusa korona kêm în didin zanîn ku hejmara pêketî û mirîyên vîrusa korona ji ya wezaret radigihîne pirtir e.

Ji voayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.