Jiber aloziya rewşa Îraqê çalakiyên DIŞIê zêde bûne

dibêje hîn jî dikare êrîşên mezin pêk bîne
کوردستان TV
100%

DIŞI hîn jî dikare êrîşên terorîstî pêk bîne.

Li gor raporteke Yekîtiya lêkolîn û şîrove kirina terorê ya cîhanî, DIŞI rixmî ku ti erdnigariyek di destê de nemaye lê hîn jî dikare êrîşên terorîstî li dijî armancên xwe yên leşkerî û medenî pêk bîne û niha li hin deveran bi taybetî li Îraqê êrîşên DIŞIê zêde bûne.

Di berdewamiya raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku jiber aloziya rewşa Îraqê DIŞIê kiriyarên xwe yên terorîstî li deverên curbicur yên Îraqê zêdetir kirine.

Di beşeke din ya raportê de hatiye eşkere kirin ku tenê di meha Tebaxê de li Îraqê DIŞIê bi giştî 100 êrîşên terorîstî pêk aniye.

Di dawiya raportê de hatiye nivîsandin ku kiriyarên terorîstî yên DIŞIê sedî 25 zêde kirine û piraniya êrîşên DIŞIê jî li wan deveran pêk hatine ku beriya niha ji destê DIŞIê hatibûn rizgarkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.