Rola Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de roleke serekî bû

dibêje Kurd pêşengê şerê bûne
کوردستان TV
100%

Hevpeymaniya cîhanî dibêje Kurdistan di şerê dijî DIŞIê de pêşeng bû.

Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê general Myles Caggines di preskonferansekê de ku bo xatir xwestinê hatibû organîzekirin ragihand ku gelek kêfxweş bûye ku li gel Kurd şerê dijî DIŞIê kiriye.

Caggines ku beriya çend rojan li Rojavayê Kurdistanê jî xatir xwestibû got: Rola Kurd di şerê dijî DIŞIê de roleke serekî bûye û Kurd pêşengê şerê dijî DIŞIê bûne.

Nav hatî eşkere kir ku şerê dijî DIŞIê şereke gelek dijwar bû û bêyî hevkarî û hemahengî me nedikarî di şerê han de serkeftî bin.

Caggins herwiha anî ziman ku dilgirane ku erkê wî bi dawî hatiye diçe û got: Hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe li ser karên xwe û şerê dijî DIŞIê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.