Oldarekî navdar yê Siûdî daxwazek pêşkêşî hikûmetê kir

dibêje me gelek neheqî li cihûyan kiriye
کوردستان TV
100%

Daxwaz dike ku Siûdiye têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bike.

Oldarê Siûdî û Îmam Xetîbê mizgefta mezin ya Mekeyê Şêx Ebdulrehman Sewdîs ku beriya niha bi dijminatî kirina Îsraîlê dihat nasîn, di gotara xwe ya înê de gotiye: Lazime Siûdiye têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bike.

Nav hatî daxwaz ji Siûdiyeyê kiriye daku li gel Îsraîlê rûpeleke nû bo têkiliyên xwe veken û her du alî balyozxaneyên ve li Riyaz û Tilevîvê veken.

Nav hatî herwiha gotiye: Li ser navê misilmanên Cîhanê û gelê Siûdiyeyê daxwaza lêbûrînê ji cihûyan dikin jiber ku di demên derbasbûyî de me gelek neheqî li wan kirine.

Weke tê zanîn ew demeke welatên Erebî yek li pey yek hewl bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê didin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.