Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê bi giştî 504 kesên din bi Koronayê ketine ku zêdetirîn hijmara pêketiyan li Hewlêrê bûye ku 201 kese.
Herwiha wezaretê eşkere kiriye ku ti welatiyek li qerentîneyê de nemaye û ti keseke nû jî nehatiye qerentînekirin.
Di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê bi giştî 13 berketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin