Trump: Sirbistan dê balyozxaneya bibe Orşelîmê

Amerîka yekem car balyozxaneya xwe veguhastibû
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku Sirbistan dê nûnertîya xwe ya dîplomatîk ya li Îsraîlê ji Tel Avîvê bibe Orşelîmê.

Trump da zanîn ku Sirbistan dê balyozxaneya xwe ya li Îsraîlê heta Tîrmeha 2021’an bar bike.

Wî diyar kir ku Sirbistan dê di nav vê mehê de li li Orşelimê ofîseke bazirganiyê veke û got ku ew ‘’gaveke wêrek û dîrokî ye’’

Serokê Amerîka, piştî civîna bi serokên Sirbistan û Kosova re da zanîn ku her du dewletan li hev kirine peywendiyên xwe yên aborî normal bikin û herwiha Kosova û Îsraîl jî dê dest bi normalkirina peywendiyan bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku ew bi biryarên Kosova û Sirbistanê yên ser vekirina balyozxaneyê li Orşelîmê kêfxweş bûne.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin ku Sirbistan welatê pêşî yê Ewrupî ye ku biryar daye ku balyozxaneya xwe bibe Orşelîmê.

Ew biryarên han piştî hevdîtinên karbidestên payabilind yên Amerîkî û yên Kosova û Sirbistanê hatin dayîn.

Serok Trump di sala 2017’an de gotibû ku ew Orşelîmê wek paytexta Îsraîlê dibînin û balyozxaneya Amerîka di Gulana 2018’an de ji Tel Avîvê derbazî Orşelîmê bûbû.

Ji voayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.