Ew sê roj bû hatibû refandin.
Birêveberatiya polîsê Bexdayê belav kir ku birêveberê kompaniya Mercedes hatiye azadkirin.
Di daxuyaniya birêveberatiya polîs de hatiye diyarkirin ku îro şeme hêzên polîs li Bexdayê karîne birêveberê kompaniya Mercedes yaku beriya 3 rojan hatibû refandin azad bikin.
Di operasiyonê de polîs dest daniye ser çend cure çekan ku ji aliyê kesên refêner ve hatibûn bikaranîn.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin