118 kesên din li Îranê canê xwe ji dest dan

heta niha zêdetir ji 380 hezar kes bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Heta niha zêdetir ji 22 hezar kes canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostiya Îranê duhê înê belav kir ku di nava 24 seatan de li seraserê Îranê jiber Koronayê 118 welatiyên din canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiya Îranê di nava wan 24 seatan de 2 hezar û 26 kesên din bi Koronayê ketine.

Heta niha li Îranê bi giştî 382 hezar û 772 kes bi Koronayê ketine û 22 hezar û 44 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.