Serokê herêma Kurdistanê û Serokkomarê Franseyê civiyan

beriya civînê li gel rayedarên Îraqê civiyan bûn
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Franseyê îro serdana Bexdayê kir û her îro dawî bi serdana xwe tine.

Îro çarşem Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron serdana Bexdayê kir û piştî pêşwazî kirinê ji aliyê rayedarên Îraqê ve, Macron dest bi civînên xwe yên li gel rayedarên Îraqê kir.

Macron yekem car li gel Serokkomarê Îraq, pişt re jî li gel Serokwezîr û Serokê parlementoya Îraqê civiya û behsa çend mijaran kir.

Macron di civîn û hevdîtinên xwe de tekez li ser piştgîriya berdewam ya Franseyê û Îraq û Kurdistanê kiriye û eşkere kiriye ku astengiya herî mezin li berdem Îraqê destwerdanên welatên biyaniye di nava karûbarên Îraqê de lewre lazime sînorek jê re were danîn.

Macron herwiha behsa çawetiya wergerandin û bihzêtir kirina serweriya Îraqê û çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê di çarçoveya destûrê de kiriye.

Herwiha Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ku li ser daxwaza Macron serdana Bexdayê kiriye, beriya civîna xwe ya li gel Macron li gel Serokkomar, Serokwezîr û Serokê parlementoya Îraqê û herwiha Serokê tevgera Hikme ya Îraqê Emar Elhekîm civiya.

Pişt re Serokê herêma Kurdistanê û Serokkomarê Franseyê jî civiyan û di civînê de behsa çend mijaran weke têkiliyên navbera Franse, Kurdistan û Îraqê, piştgîriya Franseyê bo Kurdistanê û herwiha çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.