civata wezîran li ser prosesa xwendinê biryar dide

prosesa xwendinê bi onlîne dibe
کوردستان TV
100%

Îro çaşerm 2 Îlona 2020an bi beşdariya Cîgirê Serokwezîr, me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir ku taybet bû bi giftûgo kirin li ser bijardeyên destpê kirina sala nû ya xwendinê ya 2020 û 2021an di navend û dezgehên perwerdehî û xwendina bilind ya li herêma Kurdistanê.

Di destpêka civînê de her yek ji wezîrê perewerde û Serokê fermangeha hemahengî û wenêrînê (di şûna wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî) raportek berfire derbarê çawetî, eger û bijardeyên destpê kirina sala nû ya xwendinê bi liber çav girtina rêkarên xweparêziyê yên tendirostî pêşkêş kirin.

Pişt re wezîrê tendirostî raporta şopandina rewşa niha ya tendirostî ya herêma Kurdistanê û amarên taybet bi Koronayê û pêşhat û egeran pêşkêş kir.

Piştî nirxandina tevahiya egeran û jiber berfire bûna belav bûna Koronayê li herêma Kurdistanê  û jib o domandina prosesa xwendinê û parastina berejwendiyên Xwendekarên herêma Kurdistanê li ser pêşniyara wezaretên têkildar, civata wezîran biryar da daku demsala nû ya xwendina 2020 û 2021an bi rêya onlîne be ( ji bilî qonaxa 12 ya amadeyî).

Wezaretên têkildar hatin pîwerdarkirin daku di çarçoveya desthilatên xwe de, rênimayî û amadekariyên hewce bikin bo ragihandina rojjimêra demsala yekem ya xwendinê li tevahiya navendên xwendinê û diyar kirina roja yekem ya destpê kirina sala nû ya xwendinê ya bi şêwazê onlîne.

Rixmî dubare kirina giringiya pêbend bûna welatiyan bi şîretên tendirostî yên bo xweparêziyê ji Koronayê ku mixabin di belav bûna zêde deye, wezareta tendirostî hate pîwerdarkirin ku şîretên tendirostî ji nûve sazmandehî bike û bi hemahengî li gel fermangeha medya û zaniyarî berdewam bin li ser çalakiyên hişiyar kirina xweparêziyê.

Herwiha wezaretên darayî û abûrî û Serokatiya dîwana civata wezîran jî hatin pîwerdarkirin daku kar bikin bo dabîn kirina pêdiviyên darayî bo vê prosesê bi hemahengiya li gel her du wezaretên xwendina bilind û lêkolînên zanistî û wezareta perwerde.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.