Îraq rê nade welatiyên Îranî serdana Îraqê bikin

heta çileya Îmam Husênê rê nade Îranî werin Îraqê
کوردستان TV
100%

Heta dawiya Muheremê derî daxistî dibin.

Wezareta navxwe ya Îranê belav kiriye ku hikûmeta Îraqê jiber metirsiya Koronayê deriyên xwe li ber welatiyên Îranê daxistiye.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Îranê, jiber hebûna Koronayê, hikûmeta Îraqê biryar daye ku rê nede ti welatiyeke Îranî bo beşdarî kirin di merasîmên Erbeîn û çileya Îmam Husên de serdana Îraqê bikin.

Di salên derbasbûyî de di meha Muheremê de bi miliyonan welatiyên Îranî bo beşdarî kirin di merasîmên Aşûre, Erbeîn û çileyê de serdana bajarên Kerbela û Necefê dikirin.

Lê îsal jiber Koronayê Îranî nikarin beşdarî di wan merasîman de bikin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.