Duhê bi şev agir bi du gundên devera Hewramanê ber bû.
Li gor zaniyariyên berdest duhê bişev jiber sedemeke nediyar agir bi derdorê her du gundên Banîşar û Yalanpê ser bi Xormalê ya li devera Hewramanê ber bûye.
Şêniyên deverê behsa vê yekê kirine ku jiber hebûna bayeke bihêz agir gelek bilez belav dibe.
Derdorê wan gundan û cîhên bilind û daristanên wan gundan mîn kirîne lewre kes bi hêsanî nikare agirê temrîne.
Hinek şahêd hal dibêjin agir jiber birûskê ber bûye wan gundan û di destpêkê de şêniyên gundan hewl dane agirê temrînên lê jiber hebûna mîn û bayê bihêz nikarîne agirê temrînên.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin