Balefirên Tirkiyeyê dîsa gundewarên Sîdekanê bordiman kirin

heta niha derbarê ziraran de ti zaniyarî nehatine bidestxistin
کوردستان TV
100%

Bordiman duhê bişev bûye.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantv yê li Sîdekanê dane, duhê bi şev balefirên şer yên Tirkiyeyê gundewarên ser bi devera Sîdekanê bordiman kirine.

Hevdem her duhê bi şev derdorê Xakûrkê jî hatiye bordimankirin û heta niha jî derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn ji destpêka havîna îsal ve Tirkiye her roj ji ber hebûna gerîlayên pkkê li deverê, wan deveran bordiman dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.