Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 19 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 2 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku nexweşekî 97 salî û nexweşeke 72 salî li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê jiyana xwe ji dest daye.
Ciwan Mistefa destnîşan kir ku desteyê nexweşketina 19 kesên din bi vîrusa koronayê belge kiriye û ji van herêman in:
Qamişlo; 7
Hesekê; 6
Dêrik; 5
Amûdê; 1
Mistefa bal kişand ser ku di dirêjahiya 24 saetên derbasbûyî de, 9 nexweş baş bûne.
Bi van daneyan re, hejmara nexweşên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 575 nexweşan, jê 37 nexweş mirine û 110 nexweş baş bûne.
ANHA
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin