Wezareta tendirostiya Îraqê dibêje 83 kes canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê 3 hezar û 757 kes bi Koronayê ketine.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di nava 24 seatan de 83 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Hate zanîn ku jiber Koronayê heta niha li Îraqê bi giştî 7 hezar û 42 kes canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin