Desteya Tendiriostiyê ya Rêveberiya Xweser pêketina 12 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistranê ragihand.
Hevserokê Desteya Tendirostiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxutaniyekê de diyar kir; li rojavayê Kurdistanê 12 haletên din ên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; kesên nû bi Koronayê ketine wiha ne: 4 kes li Hesekê, 4 kes li Kobaniyê , 3 kes li Qamişlo û kesek li Reqayê.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê diyar kir jî, di nav 24 demjimêran de 3 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 556 kesan, ji wan 101 kesan baş bûne û 35 kesan jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin