Li Kerkûkê 118 kesên din bi Koronayê ketine

heta niha 403 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya tendirostiya Kerûkê amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Birêveberatiya tendirostiya Kerûkê amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Kerkûkê di nava 24 seatan de 118 kesên din li Kerkûkê bi Koronayê ketine û 333 kes jî baş bûne.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku 4 kes jî di nava 24 seatan de jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kerkûkê bi giştî 9 hezar û 471 kes bi Koronayê ketine û 403 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.