Li Gîresunê 4 kes ji ber lehiyê mirin û gelek kes jî wenda ne

کوردستان TV
100%

Li parêzgeha Gîresun ya Tirkiyê, lehî rabû û herî kêm 4 kes mirin û gelek kes jî hîn wenda ne.

Şeva borî li bajarokê Derelî yê parêzgeha Gîresun ya Tirkiyê, baranek xurt barî û lehî rabû.

Li gorî medyaya Tirkiyê, lehiyê beşek ji bajêr da ber xwe û ziyanek mezin gihand welatiyan.

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê, Suleyman Soylu ragihand ku ji ber lehiyê 4 kes mirine û 11 kes jî wenda ne.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.