Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi COVID-19 ketine

کوردستان TV
100%

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhi0latê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi vîrusa Korona ketine û 15 nexweş jî baş bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên bi Koronavîrusê ketine 22 mêr in û 25 jin in.

47 kesên ku bi COVID-19 ketine, ji van herêman in:

Qamişlo: 21

Dêrikê: 3

Hesekê: 11

Rimêlan: 1

Girkê Legê: 1

Reqa: 4

Dêrazor: 4

Kobanê: 1

Li Tebqayê jî yekemîn kes bi koronayê ket

Mistefa bi bîr xist ku 15 kesên ku vîrusa Korona ketibûn baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro hate ragihandin 327 kes bi vîrusê ketine, 17 nexweşan jiyana xwe ji dest daye û 51 nexweş jî baş bûne

Anha

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.