Xwepîşander agir bi nivîsîngeha parlementoyê berdan

کوردستان TV
100%

Duhê bi şev li bajarê Besreyê xwepîşandan hate kirin.

Xwepîşanderên li Besreyê duhê bi şev xwepîşandaneke berfire organîzekirin lê hêzên ewlekarî jî bi bikar anîna gazê rondikrêj hewl dan daku dawî bi xwepîşandanê bînin.

Di navbera hêzên ewlekarî û xwepîşanderan de pevçûn qewmî û çend xwepîşander û endamên hêzên ewlekarî birîndar bûn.

Ji aliyeke din ve xwepîşander agir bi nivîsîngeha parlementoya Îraqê û hin aliyên siyasî yên ser bi Îranê berdan.

Weke tê zanîn ku piştî xwepîşandanên sala derbasbûyî û kuştina hijmareke zêde ji xwepîşanderan, ew demêke ku kuştina çalakvanan jî li Besreyê destpê kiriye û xwepîşander jî daxwaza dadgeh kirina bikujan dikin.

Her duhê jî li bajarê Nasiriyeyê agir bi navendên hêzên siyasî yên ser bi Îranê hate berdan.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.