Balefirên Tirkiyeyê du gundên devera Berwarî bordiman kirin

کوردستان TV
100%

Îro piştî nîvroyê balefirên Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo deverên sinorî yên Kurdistanê de, du gundên devera Berwariya Bala bordiman kirin.

Li gor zaniyariyên berdest balefirên Tirkiyeyê bax û rezên her du gundên  Kanî Mezinê û Bazê li devera Berwariya bala bordiman kirin.

Li gor zaniyariyan ti zirarên canî yên bordimanê nebûne lê agir bi bax û rezên wan gundan û daristanê derdorê gundan ketiye.

Her îro balefirên Tirkiyeyê gundeke din li devera Akrê jî bordiman kirin û zirarên mezin yên madî berg und ketin.

N: E. G

Nûçe

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.