Li Dihukê 700 berketiyên Koronayê li mal tên derman kirin

کوردستان TV
100%

Hijmara pêketiyên Koronayê li Dihukê zêdetir dibe û niha 44 kes di qerentînê dene.

Endamê tîma çareser kirina berketiyên Koronayê li parêzgeha Dihukê Dr, Bilind Beyar Xelîl ragihand ku niha hijmara berketiyên Koronayê li parêzgeha Dihukê di bilind bûnê dene.

Beyar Xelîl eşkere kir ku berketiyên nava kempên penaberan jî li Dihukê tên dermankirin û niha bi giştî 44 kes di qerentînê dene.

Xelîl eşkere kir ku li Dihukê 4 hotêl jî bo çareser kirina berketiyên Koronayê hatine amadekirin û niha hijmarek berketî di nava wan hotêlan de têne dermankirin.

Nav hatî balkêşande ser vê yekê ku her kes serî li nexweşxaneyê bide û bêje koxe û taya wî ,wê heye, bi berketiya Koronayê tê hesbandin heta encama cerbandinê der dikeve û niha 700 kes ku wisa hatine nexweşxaneyê bo malên xwe hatine şandin û li malên xwe de tên dermankirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.