Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê bi giştî 618 kesên din bi Koronayê ketine û piraniya wan li Hewlêrê ne. Bi tenê li Hewlêrê di nava 24 seatan de 214 kes bi Koronayê ketine, li Silêmanî 91, li Gerimiyan 25, li Raperîn 92, li Dihuk 153 û li Helebceyê jî 43 kes bi Koronayê ketine.
Di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 283 kes jî baş bûne ku 124 ji wan li Hewlêrê bûne.
Herwiha 26 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku 11 ji wan li Hewlêrê bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin