Sîxorekî din yê MÎTê li Rojavayê hate girtin

کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 3 sale ku kar bo MÎTa Tirkiyeyê dike.

Li gor nûçeyeke anhayê, hêzên asayîşa navxwe li Rojavayê Kurdistanê di operasiyonekê de li dijî sîxorên MÎTa Tirkiyeyê yên li deverê de karîne, sîxoreke din yê bi navê Mistefa Osman binçav bikin.

Mistefa Osman di lêpirsînên seretayî de li xwe mokir hatiye ku kar li gel MÎTa Tirkiyeyê kiriye û zêdetir ji 3 sale ku bo MÎTê kar dike.

Mistefa herwiha eşkere kiriye ku di nava salên derbasbûyî de gelek ciwanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê û Erebên Sûriyeyê ji MÎTê re daye nasîn û ew kirine endamên tîmên sîxorî yên MÎTa Tirkiyeyê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.