Michelle Obama: Ger Trump dîsa were hilbijartin ewê rewişa Amerîka xirabtir bibe

کوردستان TV
100%

Xanima Yekê ya berê Michelle Obama di civata Partiya Demokratan de, ku bi awayekî onlayn li dar dikeve, Serok Donald Trump rexne kir.

Michelle Obama diyar kir ku ger Trump jinûve were hilbijartin ewê rewşa Amerîka xirabtir bibe.

 ‘’ Michelle Obama got:  Trump ne li gor seroktîyê ye. Bo ew îspat bike ku dikare seroktîyê bike têra xwe dema wî hebû, lê nikaribû.

Xanim Obama da zanîn ku Joe Biden, ku cîgirê Serokê berê Barack Obama bû, dikare abûriya welêt jinûve xurt bike û yekîtiya Amerîkiyan çêke.

Wê diyar kir ku Trump guh nedaye metirsiyên ku vîrusa korona çêkiriye û bal kişand ku bi mîlyonan kes bê kar mane û ew bo pêdivîyên bingehîn û kirayên xaniyan ketine têkoşînekê.

voa

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.