Balefirên Amerîkî navendeke hêzên rejîmê bordiman kirin

کوردستان TV
100%

Ew navend dikeve başûrê rojhilatê Qamîşlo.

Li gor ajansa nûçeyan ya fermî ya Sûriyeyê, (SANA) dema hêzên leşkerî yên Amerîkayê xwestine li başûrê rojhilatê Qamîşlo derbas bibin, xaleke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyeyê pêşiya karwanê girtiye û rê nedaye karwan derbas bibe.

Piştî demekê balefirên şer yên Amerîkayê ew xala han ya leşkerî ya rejîma Sûriyeyê bordiman kirine û di encam de çend leşkerên Sûrî hatine kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûne.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.