Birayê Donald Trump, Robert Trump jiyana xwe ji dest da

کوردستان TV
100%

Birayê Serokê Amerîka Donald Trump, Robert Trump yê 71 salî li nexweşxaneyeke li New Yorkê jiyana xwe ji dest da.

Hîn nayê zanîn ku nexweşiya Robert Trump çi bû û ew jiber çi mir.

Donald Trump piştî mirina Robert Trump ser wî got ku ewê her di dilê wî de be..

Trump got: Ne ku bi tenê birayê min bû, herwiha hevalê min yê herî baş bû. Emê pir bêriya wî bikim, lê ez û wî emê dîsa hevdu bibînin. Bîranîna wî dê her di dilê min de bimîne.

Trump li nexweşxaneyê serdana birayê xwe kiribû û ser Robert Trump gotibû ku ‘’Di qonaxeke dijwar re derbaz dibe.

Robert Trump, ji çar birayên Donald Trump yê herî biçûk bû û di bîragiştî ya Amerîkî de bi piştgiriya xwe ya bo Donald Trump dihat nas kirin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.