Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 74mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kir ku naveroka peyamê wisa ye;
Bi minasebeta 74mîn slavegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û jidayik bûna Rêberê netewî û nîştimanî yê me cenabê Serok Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyên têkoşer, dilsost bi taybetî tevahiya alîgir, endam û Serkirdatiya PDKê dikim.
Damezrandina PDKê weke mezintirîn û serdemiyanetirîn partiya demokrat û girseyî, di berfiretirîn erdnigarî de li seraserê Kurdistanê, werçerxaneke mezin bû bo xebata rizgarîxwaziya gelê me, ku tevahiya azadîxwazan di bin sîban û Rêberatiya bavê netewî yê me Barzaniyê Nemir de kom kiribû û rihê berxwedan û têkoşînê di nava dilê tevahiya nîştimanperweran de zindî kiribû.
Bi dirêjahiya dîroka xwe ya tîje ji serwerî, PDK rûbirû bûna zilim û sitem, parastina nasnameya netewî ya gelê kiriye karê herî lipêş yê xwe û xudanê sedan çîrok, serkeftin û çend destkeftên dîrokî bo gelê Kurdistanê bidest aniye û hertim qelheke bihêz bûye bo tevahiya xelkê Kurdistanê li tevahiya parçeyan de û tevahiya azadîxwazên seraserê Rojhilata Navîn.
Partî û Barzanî bûn bûne sembola berevanî kirin ji mafên reva yên xelkê Kurdistanê jiber vê çendê armanca êrîşên dijminan beriya her tiştekî bo ser partiye, baweriya partî bi xebat û têkoşîna berdewam û xwe netewandin nayê guhertin û ew yek jî bûye sedem ku li gel partiyên din yên têkoşer herêma Kurdistanê bikeve ser nexşeya siyasî ya cîhanê.
Serok Barzanî weke Rêberekî nîştimanî hem di eniyên şerê dijî dijmin û terorîstan û him jî li ser astî dîplomasiya cîhanî, wîna gelê Kurdistanê ser xist û bihevre jiyana gelan li Kurdistanê zêdetir pêş de bir û omîd û bawermendiya gelê me ya bi mafên xwe yên reva bihêztir kir.
Îro di demekê de salvegera han bi bîr tînin ku herêma me û dever, rastî qirîzeke dijwar ya tendirostî û abûrî ne, baştirîn rêkar bo derbas kirina ew rewşa han beriya her tiştekî yekrêziy û yekdengiya navxweyî ya Kurdistanê ye, hêvî dikim tevahiya aliyan bi awayekî berpirsane karînên xwe yek bixin daku weke hertim bi ser astengî û dijwariyan de zal bibin û tevahiya kêşeyên deverê jî bi rêya aştî û danûstandinê çareser bikin.
Di 74mîn salvegera damezrandina PDKê de pîrozbayî li malbetên serfiraz yên şehîdan, kesûkarên enfalkiriyan, kîmiyabaran kiriyan û girtiyên siyasî yên gelê me dikim.
Pîroz û payedar be ew bîranîna han û hêviya temendirêjî bo cenabê Serok Barzanî dixwazim û hêvî dikim di bin Rêberatiya wî de gelê me bigehêje tevahiya xweziyên xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin