Li Kurdistanê 20 kesên din canê xwe ji dest dan

heta niha 732 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 568 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Hewlêr û Silêmanî hatiye tomarkirin.

Her di nava heman 24 seatan de bi giştî 20 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku 13 li Hewlêr û 6 kes li Silêmanî ne.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 20 hezar û 660 kes bi Koronayê ketine û 732 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.