PDK dibe 74 salî

jiber Koronayê ti aheng û merasîm nayên lidarxistin
کوردستان TV
100%

Roja 16ê Tebaxê salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê ye.

Roja 16ê Tebaxê hevdem ku roja jidayik bûna Serok Barzaniye, 74mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê ye.

Salvegera han îsal bi awayekî cuda tê bîranîn jiber ku rewşa tendirostiya welat, rastî qirîza Koronayê hatiye.

Li ser vê mijarê Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed ragihand ku îsal jiber hebûna Koronayê, bi mebesta pêşî girtin ji berketina xelkê û herwiha pêşî girtin ji belav bûna Koronayê û cîhbicîh kirina şîret û rêkarên tendirostî, biryar hatiye dayîn ku ti merasîm û ahengên girseyî neyên lidarxistin.

PDK beriya 74 salan di roja 16ê Tebaxê de ji aliyê Rêberê netewî yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî ve hatiye damezrandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.