Li Kurdistanê 13 kesên din canê xwe ji dest dan

heta niha 699 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe ya Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 569 kesên din bi Koronayê ketine ku piraniya wan li Hewlêrê bûne ku 323 kesin.

Di beşeke dinya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di nava 24 seatan de bi giştî 13 kesên din canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 19 hezar û 335 kes bi Koronayê ketine û 699 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.