Yehriya Resûl: Em ji rijandina xwîna Îraqiyan xweş nabin

dibêje lazime berpirsên bûyerê werin cezakirin
کوردستان TV
100%

Peyvdarê karûbarê leşkerî yê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî derbarê kuştina du Fermandarên Îraqê de ragihand ku vê helwesta wan ya tund hebe.

Peyvdarê karûbarên leşkerî yê Serokwezîrê Îraqê Yehya Resûl ragihand ku em bi tundî êrîş û bordimanên Tirkiyeyê yên li deverê mehkûm û şermezar dikin.

 Resûl eşkere kiriye ku duhê jiber bordimana balefirên Tirkiyeyê du Fermandarê hêzên zirêvanên sînor şehîd bûne, em bi ti awayî ji rijandina xwîna Îraqiyan xweş nabin û helwesta me ya tund dibe.

Nav hatî eşkere kiriye ku lazime Tirkiye birpirsên vê bûyera han ceza bike.

Weke tê zanîn duhê di dema civîna navbera PKK û hêzên zirêvanên sînor yên Îraqê de balefirên Tirkiyeyê civîn bordiman kiribû û di encama de du Fermandarên Îraqî, leşkereke Îraqî û çend gerîlayên pkkê jî canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.