Piştî ku 6 welatên endamên civata hevkariya Kendavê di nameyeke fermî de daxwaz ji Amerîkayê kirin daku dorpêçên leşkerî yên ser Îranê werin dirêjkirin, Amerîka jî bersifa vê nameya han da.
Wezareta derve ya Amerîkayê belav kiriye ku Amerîka piştîvaniya nameyê û daxwaza wan welatan dike.
Herwiha Amerîka tekez li ser vê yekê kiriye ku helwesta han helwesteke cesûrane û cîhê rêzgirtinêye û Amerîka li dijî Îran piştîvaniya daxwaza wan welatan dike.
Beriya niha Amerîka jî ragihandibû ku xwe amade dike daku bernivîsek bide konseya ewlekariya Netewên Yekgirtî û têde daxwaza dirêj kirina dorpêçên leşkerî li dijî Îranê dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin