Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet bi Koronayê yên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de 542 welatiyên din ku 285 ji wan li Hewlêrê ne, bi Koronayê ketine.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye zelalkirin ku 17 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku 10 ji wan li Hewlêrê ne.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 17 hezar û 39 kes bi Koronayê ketine û 648 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin