Li Libnanê xwepîşandan çê bûn kuştî û birîndar hene

polîsek jî hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Piştî teqînên Libnanê şêniyên wê welatî dest bi xwepîşandaneke mezin li dijî hikûmetê kirin.

Xwepîşandana ku duhê destpê kiriye, li dijî hikûmetê ye û xwepîşander daxwaza dev ji ker berdana hikûmeta Libnanê dikin.

Duhê xwepîşander ketin avahiya wezareta derve ya Libnanê, di navbera Xwepîşander û hêzên ewlekarî de pevçûn qewmî.

Xaça Sor ya Libnanî behsa wê yekê dike ku di encama pevçûnê de polîsek hatiye kuştin  û 142 Xwepîşander jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Libnanê jî daxwaza hilweşandina hikûmetê û hilbijartinên pêşwext li wê welatî dike.

Weke tê zanîn şemiya hefteya derbasbûyî li bendera Beyrûtê teqîneke mezin çê bibû û di encam de zêdetir ji 150 kesan canê xwe ji dest dabû û 5 hezar kesên din jî birîndar bibûn.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.