Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 16 kesên din bi Koronavîrusê ketine.
Heverokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 kesên din bi vîrusa Korona ketine.
Ciwan Mistefa kesên bi koronayê ketine wiha dabeş kirin:
11 kes li Hesekê
Li Qamişloyê 3 kes
Li Dêrazorê yek
Li Kobanê yek
Ciwan Mistefa da zanîn ku di nava kesên ku li Hesekê bi vîrusê ketine de kesekî temen mezin (83) jiyana xwe ji dest da.
Bi vî awayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 82 bi vîrusa Korona ketine û ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest dane
Anha
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin