Îro Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron serdana paytexta Libnan Beyrûtê kir.
Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron weke yekem berpirsê welatên biyanî, îro serdana Beyrûta paytexta Libnanê kir û çû bendera Beyrûtê yaku teqîn têde çê bibû.
Macron eşkere kiriye ku armanc ji wê serdana han, gehandina peyama piştîgîriya Franseyê ye bo Libnanê.
Macron eşkere kiriye ku cîhê teqînê wêran bûye û Libnan pêdiviya xwe bi hevkariyeke mezin heye.
Weke tê zanîn di encama teqîna li Beyrûtê de herî kêm 130 kes canê xwe ji dest dabûn û nêzî 4 hezar kesan ji birîndar bibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin