Îraq û Tirkiye dest bi diyalogê dikin

Tirkiye avê li ser Îraq û Sûriyeyê qut dike
کوردستان TV
100%

Biryare di demeke nêz de Îraq û Tirkiye bo çareser kirina kêşeya avê dest bi diyalogê bikin.

Piştî bendava Hesen Keyfê yaku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye çêkirin, hikûkmeta Tirkiyeyê av li ser Sûriye û Îraqê qut kiriye.

Li Sûriyeyê kêşeya kêmavî zirarên gelek mezin dane xelkê û li Îraqê jî bi heman awayî jiber kêmaviyê xelk bi taybetî Cotkar rastî zirarên mezin hatine.

Bo çareser kirina wan kêşeyan biryare di demeke nêz de hikûmeta Îraqê bi fermî li gel Tirkiyeyê dest bi danûstandinê bike daku Tirkiye weke pêwîst ava her du rûbarên Dîcle û Firatê berde.

Îraq pêdiviyeke gelek zêde bi ava wan du rûbaran heye û eger Tirkiye û Îraq lihev nekin wê demê Îraq rastî kêşeyên gelek mezin dibe.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.