Li Ayasofiya ala Talibanê hate hildan

daxwaz ji Tirkiyeyê tê kirin rê nede propagende kirina Talibanê
کوردستان TV
100%

Li dêra dîrokî ya Ayasofiya yaku di Tîrmehê de bi biryara dadgeh û Serokkomarê Tirkiyeyê weke mizgeft hatibû ragihandin, ala tevgera Talibanê hate hildan.

Piştî hildana ala Talibanê li Ayasofiyayê, wezareta derve ya Efxanistanê daxwaz ji Tirkiyeyê kir daku rê bi propagende kirina Talibanê nede.

Wezareta derve ya Efxanistanê eşkere kiriye ku hildana ala Talibanê li Ayasofiya propagende kirine bo Talibanê û lazime hikûmeta Tirkiyeyê pêşiya wê yekê bigire.

Weke tê zanîn Ayasofiya di Tîrmehê de pêgeha xwe ya mûzexaneyê ji dest da û weke mizgeft hate vekirin û ew yek jî bû sedemên bertekên tund li dijî Tirkiyeyê.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.